image

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken, di kanala France 2 ya Fransî de, li ser şerê Rûsya-Ukraynayê ragihand ku bidawîkirina şer girêdayî helwesta Moskowê û biryara Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn e.

Anthony Blinken got ku rêyeke derketinê heye, ew jî bi temamî girêdayî helwesta Moskowê û biryarên Serok Pûtîn e û diyar kir, “Heger Rûsya cidî be, diyaloga Moskow û Kîevê mimkun e.”

Herwiha Blinken da zanîn ku Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy jî di lêgerîna çareseriya dîplomatîk de ye, lê heta niha ‘ji bo dîyalog û dîplomasiyê daxwazeke cidî ji Pûtîn nehatiye û berevajî wê tevdigere’.