image

PeyamaKurd Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken da zanîn, wan bi awayekî nivîskî bersiva daxwazên Rûsya yên ser garantiyên ewlekariyê daye.
Bersiva Washingtonê, bi destê Balyozê Amerîka yê li Moskowê John Sullivan ji Wezareta Karên Derve ya Rûsya re hat şandin.

Blinken bi preskonferanseke li Wezareta Karên Derve eşkere kir, ew dikarin bi Rûsya re ser kontrolkirina çekan, zelalî û îstiqrarê danûstandinê bikin.
Herwaha destnîşan kir, ew ê Amerîka li ser deriyê vekirî yê NATO helwesta xwe naguherîne.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Blinken eşkere kir, Rûsya xwestiye ku beşdarîya Ukrayna ya bo NATO were qedexekirin, lê diyar kir ku ew ê bi tu awayî rê nedin wê daxwazê.
Bi vî awayî Amerîka, daxwaza Rûsya ya ser qedexekirina NATO ji bo Ukrayna û vekişandina hêzên NATO yên li rojhilata Ewropa red kir.

Washingtonê ji Moskowê xwest ku ew bala xwe bidin ser kontrolkirina çekan û çêkirina baweriya dualî.

Blinken diyar kir, Amerîka ji bo dîyalogê hazir e û da zanîn ku dora bersivê ya Moskowê ye.

Wî di berdewamiyê de eşkere kir, Balyozxaneya Amerîka ya li Kîevê wê vekirî bimîne, lê ji welatiyên Amerîkî xwest ku ser derketina ji Ukrayna bifikirin.