image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li wîlayeta Pencşîr a Afganistanê ku li hember Talîbanê ber xwe dide, birayê cîgirê serokomarê berê yê Afganistanê ji aliyê Talîbanê ve hatiye kuştin.

Hat eşkere kirin ku birayê cîgirê seromoarê berê yê Afganistanê Emrullah Salih ku yek ji rêberê berxwedana dijî Talîbanê ye, Ruhullah Ezîzî dema otomobîla xwe de diçî ji aliyê Talîbanê ve hatiye sekinandin û kiştin.

Biraziyê wî Shuresh Salih, Associated Press, daye xuyakirin ku ew nizanin bê Ezîzî çûye ku derê.

Li aliyê din hatiye ragihandin ku şerê navbera Talîbanê û hêzên berxwedanê yên Pencşîrê hîn berdewam dike.