image

PeyamaKurd- Damezirînerê Microsoftê Bill Gates, li ser plansaziya Weqifa Bill û Melinda Gates, ligel hevjîna xwe ya berê daxuyaniyek da û bi rêya vê daxuyaniyê, plansaziya 25 salên pêş ragihand.

Bill Gates, di bernameya Forbesê de li ser plansaziya 25 salên pêş ên weqifa ku li ser navê wî û hevjîna wî ya berê Melinda French Gates e, daxuyaniyek da. Gates, di daxuyaniya xwe de got,

“Hedefa weqifê ew e ku nexweşînên ku cîhanê dike dereke bêdad, ji holê rake an jî daxîne asta herî kêm. Her wiha ji bo ku di dawiyê de ji bin ve bê qedandin, dê 25 salên din jî xebat bên kirin.”

Karsazê ku dewlemendê 4emîn ê cîhanê ye, di dewama daxuyaniya xwe de got,

“Em wisa difikirin ku em ê di wê pêvajoyê de hîn li jiyanê bin û her tişt li gorî plansaziyê diçe yan naçe, em ê bişopînin. Ji ber vê yekê jî em wisa difikirin ku hemû pere di vê dema diyarkirî de bê xerckirin, dê baştir be.”

Li gorî plansaziya ku Gates dike, 25 salên din ew ê 91 salî be û Melinda French Gates jî dê 83 salî be.

2 meh beriya niha jî Bill Gates 20 milyar dolaran bexşî vê weqifê kiribû û soz dabû ku dê di nav çend salan de ewqasê din jî bexş bike.