image

PeyamaKurd – Her du aliyên Ukrayna û Rûsyayê rewşa dawî ya şerê ku ji aliyê artêşa Rûsyayê ve bi fermana Pûtîn ji 24ê Sibata borî ve hatiye destpêkirin, eşkere kirin.

Li gorî Sererkaniya Ukraynayê, di nav 24 saetên borî de 200 leşkerên din ên Rûsî hatine kuştin û birîndarkirin ku hejmara windahiyên leşkeran ên Rûsyayê gihîştiye 27 hezar û 400 kesan.

Herwiha hat eşkere kirin ku 200 balafir, 164 helîkopter, 1220 tank, 2 hezar û 958 wesayîtên zirxkirî, 555 top, 195 roketavêj û 89 sîstemên berevaniya asmanî yên rûsî hatine îmhakirin.

Ji bilî wan jî 2 hezar û 87 otomobîlên curbecur, 13 keştî û tekne, 416 balafirên bêpîlot û 95 fuze jî li saman hatine pûçkirin.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî ragihandiye ku di 24 saetên borî de, bi fuzeyên hesasiya bilind li derdora herêmên Zaporijya, Paraskoviyevka, Konstantinovka û Novomihaylovkayê 2 navendên biryarê yên leşkerî, 11 bingehên leşkerî û 4 cebilxaneyên Ukraynayê hatine jinavbirin.

Herwiha aliyê rûsî diyar kiriye ku li herêma Sumiyê jî 2 sîstemên berevaniya asmanî S-300 ên Ukraynayê û radarên wan hatine tunekirin.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê Îgor Konaşenkov daye xuyakirin, ji destpêka şer ve 165 balafir, 125 helîkopter, 879 balafirên bêpîlot, 306 sîstemên berevaniya asmanî, 3 hezar û 98 tank û wesayîtên zirxî, 381 roketavêj, 1525 obus û topên hawanê û 2 hezar û 934 otomobîlên leşkerî hatine têkdan.