image

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden bi rêya video-konferansê bi serokwezîrê Jponyayê bi Fumio Kishida re axifî. Di axaftina xwe de bi sedema li Hind-Pasifikê endîşeyên ewlehiyê zêde bûne, biryarê dan ku hevkariya navbera xwe zêdetir bikin. Teknolojiya ku bipêş dikeve, ewlehiya sîberî, guherandina kêşûhewayê jî di nav mijarê wan de bûn.

Hevdîtin 1.5 dewam kir û her weha li ser dijberiyên navbera Rûsya û Ûkraynayê de jî axifîn. Mijara pêşdeçûna Çînê, ceribandinên Koreyê yên fuzeyan, hedefên Rûsya li Ûkraynayê mijarên wan bûn ku li ser wan axifîn. Her dû lîder lihev kirin ku li ser mijarên jorê hevkariya xwe zêde bikin û her wext di nav têkiliyan de bin.