image

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden ku ji bo lutkeya lîderan a welatên G7an li Almanyayê ye, bi Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz re civiya.

Hat ragihandin ku di hevdîtina li ser mijara yekbûna welatên rojavayî dijî Rûsyayê hatiye gotûbêjkirin, Biden li ser êrîşên vê dawîyê yên Rûsyayê bi ser paytexta Ukrayna Kîevê de gotiye, “Ew êrîş hovîtî ne, divê em yekgirtî bin, lewra Pûtîn ji destpê ve hêvî dike NATO û G7 hilweşin, lê me ev nekir û em ê nekin jî.”

Herwiha Scholz jî anî ziman ku Pûtîn hêvî nedikir ev yekîtî çêbibe û destnîşan kir, pêwîste ev yekîtiya wan dewam bike.