image

PeyamaKurd – Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova li ser babeta operasyona Tirkiyê ya ji bo ser Rojavayê Kurdistanê daxwuyanî da û got eger Tirkiye operasyonekî weha bike, wê xebatên terorîstan li herêmê berfireh bibin. Zaharova di çareseriya pirsgirêkan de behsa girîngiya diyalogê kir û ragihand ku tekane çareseriya ewlehiya ser sînoran ew e ku Tirkiye bi Sûriyê re (Şam) diyalogê deyne.

Li gor ragihandina ajansa Sputnikê; Rûsya di mijara Sûriyê de bi Tirkiyê re di nav diyalogê de ye û weha dewam dike:

“Di pirsgirêka Sûriyê de em bi terefê Tirkiyê re di nav diyalogekî xwurt de ne. Em endîşeyên Tirkiyê yên di mijara ewlehiya netewî de fêm dikin. Tevî wî awayî jî operasyonekî bejahiyê tenê wê li herêmê dijberiyê zêde bike û tevgerên terorîstî zêdetir bike.”

Rûsya bi temamê operasyona Tirkiyê ya ser Rojava red nake lê naxwaze operasyon zêde berfireh be. Ev mijar di civîna Astanayê de Rûsya û Tirkiyê xistibûn rojeva xwe.