image

PeyamaKurd – Li eyaletên Belûcistan û Sîndh ên Pakistanê barana zêde bû sedema rabûna lehiyê û di encamê de 10 kes jiyana xwe ji dest dan. Li seranserê Pakistanê barana muson bandora neyînî li ser jiyana xelkê dike.

Li bajarê Kîla Abdullah ê Belûcistanê 6 kes ketin ber pêlên lehiyê û mirin. Li Lasbelayê lehî ket nav gelek xaniyan û li bajarê Kîla Abdullah 3 bendav hilweşiyan.

Li eyaletê ji 1 ê hezîranê heya niha ji ber barana mûsonê 182 kes mirin. Rêya navbera bajarên Ketta û Karaçiyê di bin avê de ma û têkiliyên navbera eyaleta Belûcistan û Sîndh ê neman. Seferên têranan yên navbera Ketta û Çamanê rawestiyan.

Gelek arazî di bin avê de man û 40 hezar xanî ji baranê zerarê dîtin.

Li bajarê Karaçiyê jî 4 kes bi elektrîkê û kesekî jî di avê de fetisî.