image

PeyamaKurd – Cîgirê berdevkê wezareta bergiriyê yê dewleta Nîjeryayê Bernard Onyeuko ragihand ku di 2 hefteyên dawiyê de li eyaleta Bornoyê li gundên eyaletê gelek operasyonan kirine û di nav 2 hefteyan de 29 endamên Boko Haramê kuştine. Her weha 52 endamên rêxistinê jî desteser kirine.

Di operasyonan de 55 kesên ku rêxistinê wan dîl girtibû hatine rizgarkirin. Artêş 9 motorsîklet, 12 sîlih, 5 telefon û gelek jî muhîmmat bidest xistiye. Di wexta operasyonan de 1.755 endamên rêxistinê bi malbatên xwe ve teslîmê artêşê bûne.

Boko Haram li Nîjeryayê ji sala 2000 û heya niha di nav tevgeran de ye.