image

PeyamaKurd – Heyetekî ji Rûsyayê ku di nav de nûnerê taybet yê Rûsyayê yê ji bo Sûriyê Alexander Lavrentiev û cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Verşinin hene, li Şamê bi hukumetê re hevdîtinan dike. Piştî hevdîtina Beşer Esed û Putin bêhtir lezê dane hevdîtinan. Heya niha ji heyetê ti daxwuyanî nehatiye dayîn.

Dîplomatên ku mijarê ji nêzde dişopînin dibêjin ku di mijara Sûriyê de ber bi dawiyê de diçin. Li ser mijarê cîgirê Yekîtiya Dîplomatên Xaneşîn yên Rûsyayê Andrey Baklanov, ji bo Rûdawê behsa rola mesela Kurdan di dahatûya Sûriyê de weha kiriye:

“Rêvebirên me yên di asta bilind de li Şamê li ser gelek mijaran muzakereyan dikin. Bêguman di mijara dahatûya Sûriyê de mifte mijara Kurdaye. Helbet wê mijarên aboriyê çareser bibin lê mijara Kurd mijarekî netewî û destûriye. Em jî amade ne ku her destekê bidin.”

Pispor balê dikşînin ser wê yekê ku berya heyeta Rûsyayê here Şamê, Ankara Moskowayê bi alîkariya Kurda sûcdar kiriye û bi kirina operasyona leşkerî Rûsyayê tehdîd kiriye.

Cîgirê serokê Navenda Pêşbînî û Çareseriyê yê Dinyayê Aleksandr Kuznetsov ji bo Rûdawê behsa bendeyên navbera terefan kiriye û li ser pêvajoyê axifiye. Kuznetsov ragihandiye ku Rûsya ji bo Rojava otonomî dixwaze û weha dewam kiriye:

“Di zîrwa Soçi de Erdoğan û Putin li ser Idlibê lihev nekirin. Niha Rûsya dixwaze herêmên ku di bin kontrola HSD ê de ne, bikevin bin destê Sûriyê, hêzên Sûriyê dagerin herêman lê di heman wextê de di van herêman de otonomî bidin Kurdan û di destûra Sûriyê de vî heqqî bixin bin garantiyê. 3 sal berê destûrekî weha hatibû amadekirin lê Esed ji bo oyonomiya Kurda betekekî tund nîşan dabû.”

Çavkaniyên nêzî Kremlînê hemfikrin ku Moskova û Washington di mijara Kurdên Sûriyê de fikrekî wan yê hevpar heye. Li aliyê dinê nûnerê NY yê Sûriyê Geir Pederson ragihandibû ku hukumeta Sûriyê û muxalefet lihev kirine da destûrekî nû amade bikin.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu jî di çend rojên borî de bertekkî li tewrê Rûsyayê yê li ser Rojava nîşan dabû û gotibû ku Moskova û Washington soza ji bo YPG dane bicîh neanîne.