image

PeyamaKurd - Wezareta Xezîneya Amerîkayê ragihand ku wan 3 kes û 3 kompaniyên pêwendiyên wan bi Hizbullaha Lunbanê re hene xistiye lîsteya dorpêçan.

Di daxuyaniya wezareta Amerîkayê de hatiye gotin, nivîsîngeha kontrolkirina darayiyên derve yên Wezareta Xezîneyê 3 kesên Lubnanî yên bi navên; Adil Diyan, Elî Mihemed Daun û Cehad Salim Elame ku alîkarê çalakiyên malî yên koma Hizbullaha Lubnanê bûne, tevî kompaniyek ya bi navê Daruelselam xistiye nav lîsteya dorpêçan.

Wezareta Xezîneya Amerîkayê, di daxuyaniya xwe de ragihandiye ku Hizbullaha Lubnanê bi sûde girtina ji tora malî ya welat alîkaryên berfireh bi torên girêdayî xwe û aboriya xwe dide û di krîza aboriya niha de jî kariye çalakiyên xwe bidomîne.