image

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku rayedarên Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê, piştgiriya banga rayedarên Neteweyên Yekbûyî ya dirêjkirina agirbesta li Yemenê kir.

Hat zanîn ku li Yemena 6 meh in agirbest dewam dike, îro ew agirbest bi dawî dibe û ji bo ku ev agirbest car din were dirêjkirin, ji aliyê rayedarên Neteweyên Yekbûyî ve bangewazî hatiye kirin.

Piştî ku Husiyên bi piştgiriya Îranê li Yemenê ne ragihand ku lihevkirina dirêjkirina agirbestê xitimiye, ji aliyê Balyozxaneya Amerîkayê ya li Yemenê û Mîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li Yemenê ve daxuyanî hatin dayîn.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Balyozê Amerîkayê yê Yemenê Steven Fagin ve hat dayîn de hat gotin ku

“Ji ber ku di mijara dirêjkirina agirbestê de pêşveçûn tuneye, ez bi fikar im. Ji bo ku pêşveçûnên di 6 mehên agirbestê de çêbûn, berhewa neçin, ez bang li xelkê Yemenê dikim, niha dem hatiye ku dorhêla agirbestê were firehkirin.”

Ji Mîsyona Yekîtiya Ewropayê Nûnerê taybet ê YEyê Hans Grundberg jî bi rêya hesabê medyaya civakî ragihand ku ew piştgiriya dirêjkirina agirbestê dikin û ji bo vê jî bang li xelkê Yemenê dikin.

Bi rêya daxuyaniya ku hat dayîn, hat gotin ku ev agirbest ji bo xelkê Yemenê gelek sûdewar bûye û ji vekirina rêyan heta dayîna mûçeyan, divê dorhêla agirbestê were firehkirin.