image

PeyamaKurd – Dewleta Amerîkayê û hevkarên wê ragihand ku bi sedema krîza di navbera YA yê û Belarûsê de an ku ya koçberan de û bi hinek sedemên din, dorpêçê daniye ser 12 rêxistin û 20 kesayetiyên Belarûsê û wan xistiye lîsta reş. Bi wan re her weha 3 alavên hewayî ku bi rêvebiriya Belarûsê re têkildarin weka “heyiyên blokekirî” binav kir û dest danîn ser wan.

Li ser dorpêçan wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken weha got:

“Em îro bi hevkar û ortaxên xwe yên navdewletî re, li hemberê rejîma Aleksandr Lukaşenko ku êrîşa wî ya ser demokrasiyê, mafên mirovan dewam dike û hem li Belarûsê û di derveyê wê de, bi bêwijdanî zorê dike, ji bo maliyeta wan kiryaran em li ser wan zêde bikin, pêngavan davêjin. Lukaşemko îznê dide ku li ser sînorê xwe yê YA yê qaçaxiya mirovan çêbibe û koçberên bê parastin dişêlîne. Ev dorpêça 3 yem ya bi hevkarîyê re ya li hemberê Belarûsê.”