image

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya CNNê, rayedarên Amerîkayê di derbarê pêvajoyên perwerdekirina leşkerên Ukraynayê de daxuyaniyek belav kir. Bi rêya daxuyaniyê hat ragihandin ku dê hejmara leşkerên bên perwerdekirin jî were zêdekirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li baregeha Amerîkayê ya li Almanyayê tê plankirin ku heta 2 hezar û 500 leşkerên Ukraynayê bên perwerdekirin û hat eşkerekirin ku dibe cureyên perwerdehiyê û hejmara leşkeran jî bên zêdekirin.

Amerîkayê, piştî şerê di navbera Rusya û Ukraynayê de dest pê kir, gelek caran leşkerên Ukraynayê di komên biçûk de û di komên çekên taybet de perwerde kiribû.

Li gorî pêşnûmeya bernameya nû, tê çaverêkirin ku Amerîka leşkerên Ukrayna yên mezin di taktîkên şer ên pêşkeftî de perwerde bike. Hat diyarkirin ku di van tetbîqatan de dê tetbîqatên çawaniya manevrakirina hêzên bejayî yên bi desteka topavêj jî hebin.