image

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê, li ser civîna dîplomatên amerîkî li 9-10ê Cotmehê li paytexta Qeterê Dohayê daxuyanî da.

Berndevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price, bi daxuyaniyeke nivîskî hevdîtina Amerîka û Talîbanê piştrast kir û ragihand, hevdîtina rayedarên amerîkî ya ligel Talîbanê baş derbas bûye.

Hêjayî gotinê ye, piştî ku Talîbanê dest danî ser rêveberiya Afganistanê yekem pêwendiya Amerîkayê ligel Talîbanê ye ku di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, mijara sereke ya hevdîtinê bi awayekî ewle derxistina amerîkiyên li Afganistanê mane ye.

Herwiha hat diyarkirin ku mijarên nûnertiya jinan û mafên mirovan jî hatine  axaftin û Amerîkayê eşkere kiriye ku ew dê bi awayekî rasterast alîkariya gelê afgan bikin.