image

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, li ser rewşa aloz a navbera Lubnan û Îsraîlê axivî. Hat ragihandin ku Blinken, di derbarê vê rewşa aloz de Lubnan hişyar kiriye.

Hat zanîn ku Antony Blinken, di derbarê hevdîtina navbera xwe û Serokwezîrê Lubnanê Necip Mikati de daxuyaniyek daye. Li gorî ragihandina çavkaniyên dîplomatîk ên di derbarê daxuyaniyê de; Blinken, li ser rewşa aloz a herêmê Mikati hişyar kiriye.

Her wiha hat zanîn ku Blinken gotiye, “Heger Hîzbûllah li herêmê êrîşeke biçûk jî bike, ew ê Îsraîl êrîşa dijber bike.”

Di agahiyên hatin dayîn de hat eşkerekirin ku Antony Blinken di hişyariya xwe de gotiye, “Heger êrîşeke bi vî rengî çêbibe, ew ê Amerîka nikaribe Îsraîlê rawestîne.”

Di navbera Îsraîl û Lubnanê de ji ber qada gazê, alozî derketiye û ew alozî hîn jî berdewam e. Her wiha Îsraîl tevî gefên Hizbullahê jî ragihandibû ku ew ê dest pê bikin û ji wê qadê gazê derxin.

Hizbûllahê jî ragihandibû ku di rewşeke wisa de ew ê herêmê bidin ber êrîşan.