image

PeyamaKurd – Amerîka di wexta serokatiya Trump de leşkerên xwe yên li welatê Somaliyê vekişandibû. Lê hat ragihandin ku Joe Biden plana ku wê 500 leşkerên Amerîkayê bişîne Somaliyê tesdîq kiriye. Li Somaliyê rêxistina Eş-Şebabê ku di bin perê El Qaîde de ye xebatê dike û gelek aktive. Amerîka rêxistina Eş-Şebabê weka terorîst bi nav dike. Ragihandina şandina leşkeran  ji aliyê rêvebirekî di asta bilind de ji Amerîkayê hatiye kirin ku navê wî nehatiye gotin. Rêvebir mijarê weha ragihand:

“Serok Biden plana ku ji bo li hemberê Eş-Şebabê têkoşîneka bi bandor bimeşînin, daxwaza bicîhkirina leşkerên Amerîkayê li Somaliyê ya ji nûh de pesend kir. Niyet û şiyanên Eş-Şebabê heye ku êrîşê Amerîkayiyan bikin û me nîşanên wan dît. Tewrê rêvebiriya Biden ew e ku li Somaliyê leşkerên Amerîkayê yê mayînde hebin. Welew jimara wan kêm be jî.

Wê jimara leşkerên Amerîkayê yên li Somaliyê ji 500 î kêmtir be. Trump leşkeran bi paşde vekişand û talûka parastinê afirand. Biden biryarê da ku ewlehiya operatorên taybet û xwurtkirina bandorê zêdetir bike.”

Di wexta Trump de li Somaliyê 700 leşkerên Amerîkayê hebûn û bi hêzên Somaliyê re li hemberê Eş-Şebaba girêdayê El-Qaîde re şer dikir. Eş-Şebab dixwest ku desthilata xwe li Somaliyê saz bike.