image

PeyamaKurd – Koşka Sipî ragihand ku Amerîka bi miqdarê 450 mîlyon dolarî alîkariye dide Ûkraynayê ku di nav alîkariyê de sîstema fuzeyan ya pêşkeftî heye. Sîstema fuzeyan ya pêşkeftî sîstema roketane(HIMARS) ya ku performansa wan bilinde.

Koordînatorê konseya stratejiya ewlehiyê John Kirby di civîna çapemeniyê ya rojane de weha got:

“Di çarçoveya parastina demokrasiya Ûkrayna de ku sozê daye, wê paketekî bi 450 mîlyon dolarî destekê bide Ûkraynayê. Di nav pakete de sîlih, ekîpman û HIMARS hene û van alîkariyan wê parastina peravan û rêyên avê bike. Me ji destpêka şer heya niha bi miqdarê 6.1 mîlyar dolarî destekê daye Ûkraynayê.”