image

PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Almanyayê Christofer Burger, li ser peymana hidrokarbonê ya di navbera Tirkiye û Libyayê de hat destnîşankirin nirxand û da zanîn ku ev yek li dijî hiqûqa navneteweyî ye.

Christofer Burger, di televîzyona Yunanîstanê ERTê de axivî û li ser peymana hidrokarbonê ya ku di rojên borî de di navbera Tirkiye û Libyayê de hat destnîşankirin de nirxandin kirin.

Berdevk Christofer Burger da zanîn ku ev peyman û Peymana Sînorkirina Erkên Qadên Deryayê ku di sala 2019an de hatibû destnîşankirin de li dijî hiqûqa navneteweyî ye.

Burger di dewama nirxandinên xwe de da zanîn ku lihevkirina van herdu welatan a li dijî welatê sêyemîn jî ne li gorî hiqûqa navneteweyî ye.

Berdevk Burger, li ser Tirkiye û Libyayê got, “Di hegera ku herdu dewlet li dijî Yunanîstanê peymanek çêbikin de Yunanîstan ne girêdayiyê vê peymanê ye. Bandoreke yasayî ya peymanê tuneye.”

Beriya 2 rojan, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, ligel şandeke bilind a Tirkiyeyê çûbû paytexta Libyayê Trablûsê û bi rêya daxuyaniyekê destnîşankirina peymanê ragihandibû.