image

PeyamaKurd – Polîsê Almanya ji ber ku perê reş ji Almanya direvînin Tirkiyê, di heman wextê de avêtin ser mal û ciyên karsazan yên 18 bajar û navçeyan. Polîs li eyaleta Ren Vestfalya ya Bakûr bi gumana ku perê reş dişînin Tirkiyê, ber destê sibê avêtin ser mal û kargehên 46 kesan.

Di nava ciyên behsa wan têkirin de Koln, Düsseldorf, Duisburg û Dortmund hene û ciyên ku avêtine ser wan dest danîne ser Komputer, belge û telefonên destî.

Lêpirsîn û operasyon ji aliyê serdozgerê Kolnê de hat meşandin û serdozger got ku ‘li ser gumana pereyekî zêde yê reş ku dixwazin sipî bikin’ operasyonan kirine. Di operasyonan de Rêxistina Polîs ya Awrûpa EUROPOL jî cîh girtiye. Di operasyonê de Rêxistina asayîşê ya eyaleta Ren Vestfalya ya Bakûr û Rêvebiriya Gumrikê bi hevre operasyonan kirine û 2 kesên ji Tirkiyê yên 46 û 53 salî ku yek ji wan li Düsseldorf û yê dinê li Duisburg ê rûdinê, desteser kirine ku di derbarê wan de biryara girtinê heye.

Li gor ragihandina nivîskî; kesên navborî salekiyê di bin çavdêriyê de ne, ji sala 2019 an heya niha di rêya kûryeyan de, rêya hewayî û bejayiyê bikartînin, perên ku ji kiryarên xwe yên sûcî bidestdixin, dişînin Îstenbolê. Perê xwe li Bochum û Ratingenenê di depoyan de teslîm distînin, paşî paket dikin û didin kûryeyan.

Hêzên asayîşê heya niha miqadarê perê ku di rêya kûryeyan de xwestin bişînin Tirkiyê weka 6 mîlyon 764 hezar û 575 Ewro ragihand ku dest danîne ser wan pereyan.