image

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezîrê Aborî û Parastina Avhewayê yê Almanyayê Robert Habeck ve hat îdiakirin ku Çîn herî dereng heta sala 2027an, dê Taywanê tevlî nav axên xwe bike.

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Almanyayê de hatin parvekirin, Robert Habeck amaje bi wê yekê kiriye ku Almanya dixwaze stratejiya aborî ya ligel Çînê biguherîne.

Di raporta ku ji aliyê xebatkarên wezaretê ve bi qasî 100 rûpelan hatiye amadekirin de hat destnîşankirin ku bal li ser girêdayîbûna aborî ya têkiliyên Çîn û Almanyayê hatiye kişandin û hat diyarkirin ku tê payîn Taywan herî dereng di sala 2027an de bi Çînê ve bê girêdan.

Di raportê li ser girêdayîbûna bi veberhênanên pargîdaniyên Alman ên li Çînê û ji bo veberhênanên wan ên li welêt û hewcedariyên nû yên ji bo raportkirinan hat destnîşankirin.

Her wiha di nûçeyê de hat destnîşankirin ku Almanya ji bo di pêşerojê de xwe wekî aboriya herî mezin a cîhanê ya duyemîn bi cih bike, li ser stratejiyekê dixebite û di vê mijarê de pêşnûme-raportek hatiye amadekirin.

Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku stratejî di bin sernavên ‘Têkiliyên bi Çînê re, Bihêzkirina Almanya û Yekîtiya Ewropayê û Pêşkêşkirina Hevkariyên Aborî û Siyasî’ hatiye amadekirin.

Çîn di van 6 salên dawî de wekî şirîkê herî mezin ê bazirganiya Almanyayê hatiye tomarkirin û raya giştî ya Alman jî piştî girêdayîbûna enerjiyê ya bi Rusyayê re ku bû sedema qeyrana enerjiyê, di van demên dawî de girêdana aboriyê ya bi Çînê re nîqaş dike.