image

PeyamaKurd – Tora medyayê ya Al Jazeera ku navenda wê Qetare, dosya kuştina peyamnêra wan ya Şirin Ebu Akile ku ji aliyê leşkerên Îsraîlê de hatibû kuştin, biryarê da ku dosyayê bibe Dadgeha Ceza ya Navdewletî.

Li gor ragihandina malpera înternetê ya Al Jazeera; li ser dosyayê bi heyetekî ji pisporên hûqûqa navdewletî re dixebitin da dosyayê amade bikin û pêşkêşî dozgeriyê bikin. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku kesên ji kuştina Ebu Akile berpirsin, wê wan bidin platformên edaletê yên navdewletî û ji bo cezayê xwe bikşînin, wê temamê rêyan bikarbînin.

Peyamnêra Al Jazeera Şirin Ebu Akile (51), di 11 ê gulana 2022 an de, li Fîlîstînê li Şerîa Rojava, di wexta êrîşa Îsraîlê ya ser kampa penaberan ya bi navê Cenîn ê dişopand, ji aliyê leşkerên îsraîlê de hatibû kuştin. Rojnamevanê bi navê Ali es-Sumudi jî ji pişta xwe birîndar bûbû.