image

PeyamaKurd – Piştî ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku di heman demê de serokê AKPê ye, ji bo hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê 14ê Gulanê îşaret kir, rojeva hilbijartinan li Tirkiyeyê di nav partiyên opozîsyonê de jî germ bûye û xebatên bo diyarkirina namzedê serokomariyê zêde bûne.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya niha ragihandibû ku ew dê li derveyê maseya 6 partiyan a CHP û IYI Partî serkêşiya wê dikin, namzedê xwe destnîşan û eşkere bikin.

Li gorî agahiyên dawî yên kûlîsan tê îdiakirin ku heger HDP di encama muzakereyan de bi maseya 6 partiyan re li hev bike, bi îhtimaleke mezin wê namzedê xwe beriya gera yekem a hilbijartinê vekişîne.

Li aliyê din di nav HDPê de xebatên bo diyarkirina namzedê serokomariyê dewam dikin û li gorî agahiyên dawî 2 namzed diyar bûne û îhtimal heye namzedê HDPê jin be ku HDPê ji vê îdiayê re nabêje na.

Tê çaverêkirin HDP 24ê Çileyê bi partiyên Hevpeymaniya Ked û Azadiyê re bicive û li ser pêşniyarên namzedê xwe gotûbêjan bike û piştre jî di meha Sibatê de eşkere bike.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan, hefteya borî di koma partiya xwe ya parlamentoyê de dubare kiribû ku ew dê namzedê xwe eşkere bikin.