image

PeyamaKurd – Li gor ragihandina DW yê, serokê PKK ê Abdullah Öcalan li ser çûna xwe ya Yûnanistanê ya sala 1998an ku li wê derê seredana ji bo îltîcayê kiribû û li Kenyayê di derbarê Yûnanistanê ku hatibû teslîmkirin ji bo Tirkiyê û gelek mijarên weha di dosyayê de hene. Öcalan dozê li Dadgeha Mafên Mirovan ya Awrûpayê vekir. Di dosyayê de got ku di wexta li Yûnanistanê bû, Yûnanistan li gor peymana Mafên Mirovan ya Awrûpayê tevnegeriyaye.

Di parêznama xwe de Öcalan gotiye di wexta li Kenyayê lê di destê sefareta Yûnanistanê de bûye, wî teslîmî Tirkiyê kirine, seredana wî ya ji bo îltîcayê ya Yûnanistanê qet nedane ber çav, venekolane û li Yûnanistanê jî derfetê nedanê ku li heqê xwe bigere.

Öcalan, berê li dadgeha îdarî ya Yûnanistanê doz vekiribû ku çima îltîca wî nehatiye qebûl kirin lê dadgehê di eleyhiya Öcalan de biryarê dabû.

Dibe ku di sala pêşiya me de ji dadgeha Awrûpa ya Mafên Mirovan biryarekî derê.