image

PeyamaKurd – Medya Kuweytê ragihand ku 8 kesên Îranî yên ku di nav ava Kuweytê de karê mazota qaçax dikirin hatine girtin. 8 kesên hatine girtin deryavanin.

Rojnama Kuweytê ya bi navê El-Qebesê binkeya nûçeya xwe bir ser çavkaniyên ewlehiyê û ragihand ku tîmên hêzên parastina peravên Kuweytê, di nav ava Kuweytê de keştiya ku tê de 240 ton mazot hebûye, dest danîne ser û 8 deryavanên Kuweytê xistine binçav.

Di heman çavkaniyê de hat gotin ku deryavanên Îranê ji bo mazotê bifroşin welatekî cîran yê Kendavê, ji Kuweytê mazota qaçax kirîne û wan sewqê serdozgeriyê kirine.