image

PeyamaKurd - Li bajarê Mugla yê Tirkiyê, di operasyoneke hevbeş a Tirkiye û Taywanê de 27 kes bi tohmeta qaçaxçîtiya mirovan hatin girtin.

Medya Tirkiyê ragihandiye, li ser zanyariyên tora tawanan a navdewletî li parêzgeha Muglayê kar dike; bi hevkariya Serokatiya Daîreya Têkoşîna Dijî Bazirganiya Mirov û Qaçaxçîtiya Koçberan, Fermandariya Cendermeyan a Muglayê, Endamên Saziya Emnî ya Taywanê û Serokatiya Daîreya Têkoşîna Sûcên Siber lêkolînek hatiye destpêkirin û bi alîkariya teknîkî ya Taywanê li Muglayê 25ê Mijdara 2021ê operasyonek hatiye kirin.

Hat diyarkirin, di operasyonê de 4 ji wan Çînî, yek ji wan Malezî û 22 jî Taywanî bi giştî 27 kes hatin girtin.

Hat zanîn di nav wan kesan de yek jê Taywanî 5 jin jî hene û hêzên ewlekariyê dest danîne ser hejmareke zêde ya telefon, tablet, kartên telefonê, kompûter û 120 hezar lîreyên Tirkî û 10 hezar dolarên Amerîkî.

Li gor agahiyan piştî li Fermandariya Cendermeyan kar û barên wan ên yasayî bi dawî bûne 27 kesên gumanbar ji bo Dadgeha Bodrumê hatine şandin û derbarê wan de dadgehê biryara girtinê daye.

Berî niha jî Fermandariya Giştî ya Cendermeyan û hêzên emnî yên Taywanê bi awayekî hevbeş li parêzgehên Mugla û Antalyayê dijî endamên tora `bazirganiya mirovan û sextekariya siber a navdewletî` lêkolînek dabûn destpêkirin û di encam de hatibû tespît kirin ku tora tawanan a navdewletî xwe li Antalyayê organîze kiriye û li welatên wek Slovenya, Hirvatistan, Makedonya û Karadaxê kar dike.

26ê Nîsana 2021ê di operasyonekê de 2 ji wan welatiyê Tirkiyê û kesekî ji Taywanê bi giştî 3 kesên ku bazirganiya mirovan dikirin hatibûn girtin û 33 kesên di destê wan de jî hatibûn rizgarkirin.