image

PeyamaKurd - Rojnameya Amerîkî Wall Street Journal (WSJ) plana piştî vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê belav kir ku li gor nûçeyê, dê Washington ji bo parastina Kurdan hevpeymanekê ava bike daku rê li ber şerê Kurd û Tirkan bigire.

Li gor nûçeya Wall Street Journalê ku dispêre rayedarên pilebind, Amerîka plan dike herêma ewle (tampon) ji aliyê Fransa, Brîtanya û Avustralyayê ve were avakirin û li beramberî bicihkirina leşkerên wan welatan jî alîkariya leşkerî bide wan.

WSJ dibêje, Amerîka hêvî dike wan hersê welatên hevpeyman razî bike ji bo herêma tampon, lê Tirkiye jî bi awayekî eşkere li dijî wê planê derdikeve.

Li gor plana Amerîkayê, dê li sînorê Sûriyê di kûrahiya 32 kîlometran de, li seranserê perava rojhilatê Çemê Firatê heta sînorê Iraqê, hemû herêmên di destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de radestî hevpeymana nû bike. Herwiha Amerîka hewce bike, dê alîkariya îstîxbarî û keşfê bide wan hêzan û pêwîst bike jî dê ji nû ve ji ser Iraqê derbasî Sûriyê bibe û soza xwe ya bikaranîna hêzê bi cih werîne.

Rayedarekî Ewropî ji WSJê re plan piştrast kiriye lê gotiye, hîn bersive fermî ji bo wê planê nehatiye dayîn û dê rojên pêş jî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo hevdîtinan ligel endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê pêk bîne.

Di berdewama nûçeya xwe de WSJ diyar dike ku Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ku niha li Amerîkayê danûstandinan dike, piştgirî daye wê planê û bi Donald Trump re hevdîtin kiriye.

Hêjayî gotinê ye Trump di wê hevdîtina 10 xulekan a ser lingan de, ji Îlham Ehmed re soza herêma ewle daye gotiye, ‘Ji Kurdan hez dikim’.