image

PeyamaKurd - Tirkiyê ji Google daxwaz kir ku nexşeya erdnîgariya Kurdistanê ku li ser Google Maps a Îngilîzî bi rengê sor hatiye xêzkirin bê rakirin.

Wezîrê Gihandin û Binesaziyê yê Tirkiyê Cahît Turhan ragihand ku wan ji bo rakirina nexşeya ‘Kurdistanê’ ji ser Google Maps a Îngilîzî serlêdan kiriye.

Wezîrê Tirk diyar kir ku biryara serlêdanê li ser pirsnameya Wekîlê Koma IYI Partiyê Yavuz Agiralioglu hatiye kirin.

Turhan got ku rayedarên Tirkiyê ji bo rakirina nexşeyê ligel karbidestên Google axivî ne, agahdarî dane wan û xwestine demildest bê rakirin.

Wezîrê Tirk herwiha diyar kir ku geşedanên li ser mijarê ji nêzîk ve tên şopandin û pêwendiya wan ligel Google ji bo rakirina nexşeyê berdewam e.