image

PeyamaKurd - Piştî bidawîbûna vekişîna leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê, Tirkiye ji Pentagonê daxwaz dike, çekên ku heta niha dane hêzên Kurd ji wan bistîne, lê pispor û rayedarên Pentagonê dibêjin, ev yek ne mimkun e.

Fermandarê Amerîkî yê Berdevkê (Wezareta Berevaniyê) Pentagonê Sean Robertson li ser vekişîna hêzên Amerîkî ji Reutersê re ragihand, “Plansazî didome. Em niha hem bergiriyên xwe distînin hem jî ji bo vekişîna bi kontrol û plankirî di nav hewldanê de ne.”

Piştî vekişînê jî çekên ku Pentagonê dane YPG/HSDê di nûçeyê de tê nirxandin û tê gotin, Tirkiye fişara radestkirina wan çekan dike.

Rayedarekî Amerîkî li ser mijarê dibêje, “Erê em ê wan çekan bistînin, lê wê kî û çawa bistîne?”

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar jî bal kişand ser bazara ku bi Amerîkayê re kirine û got, “Nabe ew çek bi YPGê re bimînin. Serokan nexşeyek xêz kirine, em jî nava wê tije dikin.”

Li aliyê din jî li gor zanyariyên medya Amerîkî, 3 rayedarên Pentagonê amadekariya ku proje yasayekê pêşkeşî Koşka Spî bikin dikin. Di projeya yasaya xwe de ew rayedar ji Koşka Spî dixwazin çekên ku dane HSD/YPGê ji wan re bimînin.