image

PeyamaKurd - Rojnameya Times a Brîtanî di nûçe nirxandina xwe ya li ser hevdîtina 23yê Çile ya Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Moskowê, balê dikişîne ser hevdîtinên Kurdan ên bi navbeynkariya Rûsyayê ligel rêveberiya Beşar Esed û dibêje, “Rêveberiya Şamê razî bûye rêveberiya xweser bide Kurdan.”

Di nûçeya peyamnêrên Timesê yên Moskowê  Richard Spencer û Mark Bennetts a bi sernavê, “Rûbirûbûna Rûsya û Tirkiyê li ser çarenivîsa Kurdan” de tê gotin, “Ew rûbirûbûn bûye rastiyek, piştî ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin daxwazên avakirina herêmeke bi ewle li bakurê Sûriyê bi armanca parastina sînorê Tirkiyê û dûrxistina şervanên Kurd red kir.”

Rojnameya Times dibêje, piştî civîna Erdogan û Putîn li Moskowê, di civîna rojnamevanî de Erdogan behsa herêma bi ewle li bakurê Sûriyê û nehîştina YPGê û DAIŞê kir, lê Putin jî got, pêwîst e Tirkiye, Kurd û Şam danûstandinan bikin û pirsgirêkan çareser bikin.

Rojnameya Times di nûçeya xwe de destnîşan dike, danûstandinên navbera Kurdan û Şamê de bi awayekî kirdarî piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê destpê kirine û her du aliyan jî li hev kirine ku hêzên Kurdî cihên xwe yên nêzîkî sînorê Tirkiyê radestî hêzên Sûrî bikin û li beramberê vê jî Kurd Rêveberiya Xweser ava bikin.