image

PeymaKurd - Piştî ku hat ragihandin hêzên hikûmeta Sûriyê li bajarê Minbicê yê di bin kontrola Hêzan Sûriya Demokratîk (HSD/YPG) de hatine bicihkirin û ala Sûriyê hildane, nexşeya leşkerî ya Minbicê ji nû ve hat guhertin.

Li gor daxuyaniyên YPGê Artêşa Sûriyê nakeve bajêr û dê li rojavayê bajêr erka parastinê bicih werîne.

Piştî ku daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Sûriyê ku ketina Minbicê piştrast kir, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê (MLM) ku ji hêzên YPG û HSDê pêk tê radigihîne, ew ji nav Minbicê dernakevin û dê kontrola hundirê bajêr bi wan re be.

Li aliyê din komên çekdarên alîgirên Tirkiyê ku amadekariya operasyona Minbicê dikirin jî îdia dikin ku Artêşa Sûriyê neketiye Minbicê û hîn di destê HSD/YPGê de ye.

Hêzên komên çekdar ên bi navê Artêşa Sûriya Azad jî li dorûbera sînorên Minbicê li ser çend xalan bicih bûne.

Li gor raportên dawî, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ku li dorûbera Minbicê hêzên xwe kom kirine lê niha bê tevger rawestiyane.

Herwiha çavkaniyên herêmî jî radigihînin ku heta îro 28ê Kanûnê jî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Minbicê dewriyeyan dikin û herî dawî jî tevî 4 helîkopteran û wesayîtên zirxî yên Amerîkayê li Minbicê erka dewriyeyê pêk anîne.

Hêjayî gotinê ye, şirîka herî xurt a rejîma Beşar Esed Rûsya ye û piştî daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Sûriyê ya derbasbûna Minbicê jî kêfxweşiya xwe anî ziman.

Li aliyê din jî Tirkiyê amadekarî dikir ku van rojan şandekê bişîne Moskowê û rêveberiya Rûsyayê ji bo operasyona Minbicê razî bike û qada hewayî ji wan re veke.