image

PeyamaKurd - Alerjî, tundkarî û antîpatiya Tirkiyê li dijî gelê kurd û nirxên gelê kurdan, li dijî Serokê Herêma Kurdistanê ku di dema serdana wî ya bo Tirkiyê de ala Kurdistanê li Enqerê hatibû hildan, li dijî Pêşmergeyan ku NATO perwerdehiyê dide wan -ku Tirkiye bi xwe jî endamekî NATOyê- berdewam dike.

Du hemwelatiyên Herêma Kurdistanê di serdana xwe ya bo Stenbolê de li Balafirxaneya Stenbolê ji aliyê polîsaên tirk ve hatin desteserkirin. Welatî du rojan desteserkirî man. Di wê demê de de polîsan derb li wan dan û heqaret li wan kirin.

 ‘WEKÎ KU TERORÎST BIN NÊZÎKÎ GEŞTYARÊN KURD BÛN!’

Bûyerê dema ku polîsên tirkî xwestin telefonên 2 welatiyên kurd kontrol bikin, dest pê kir. Polîsan di dema kontrolkirina telefonên herdu hevwelatiyan de, wêneyên Serokê Mesûd Barzanî û Pêşmergeyan dîtin. Polîsan heçku herdu hevwelatî ‘terorîst’bin muamele li wan kir, ew derb kirin û desteserkirin. Tevî ku herdu kes ne hemwelatiyê Tirkiyê bûn j,  derbarê wan de lêpirsîn dan destpêkirin.

Wekî tu zanîn Serok Mesûd Barzanî wekî Serokê Herêma Kurdistanê gelek caran serdan Enqerê kiriye û di wan serdanan de li ser peywendiyên herdu dewletan gotubêj hatine kirin. Heta çend roj berê Serokwezîrê nû yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Stenbolê kiribû û li wir bi awayekî fermî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinêk pêk anîbû. Herwisa wekî bibîr were, Alaya Kurdistanê bifermî li Enqerê hatibû hildan. Wê demê jî medya tirkî hewil dida kurdan wekî terorîst nîşan bide. Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu li sengeran serdana Pêşmergeyan kiribû.

‘KURD BI TI AWAYÎ VÊ YEKÊ QEBÛL NAKIN’

Piştî têkçûna desthilatê li Stenbolê dihat çaverêkirin ku li Stenbolê bi kurdan re pêvajoyeke din dest pê bike û ragêşiyên Tirkiyê yê bi Herêma Kurdistanê re asayî bibin lê vê bûyera rûda. Kurd bi ti awayî vê neheqiyê û heqaretê qebûl nakin. 

Li Tirkiyê ji saziyên perwerdehiyê heya yên ewlekariyê, ji rêxistinên sivîl û heya aliyên siyasî kurd wekî terorîst têne nîşan dan, divê dev ji van tawanan berdin. Divê desthilata siyasî ji hilbijartinên Stenbolê dersê wergire û bibîne bê ku kurd li dijî kes û aliyên ku zirarê didin wan çi dikin. Divê vê yekê baş bixwînin û bizanibin.