image

PeyamaKurd - Hat diyarkirin ku Şanda Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ku baskê siyasî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD-YPG) ye, di civîna xwe ya ligel berpirsên Rûsyayê û hikûmeta Sûriyê de çend daxwaz kirine.

Hat zanîn ku şanda MSDê ya bi serokatiya Bedran Çiyakurd serdana Moskowê û Şamê kiriye û di civînan de daxwaziyên xwe pêşkeşî Rûsya û Rejîma Sûriyê kirine ku hîn ti encamek ji wan danûstandinan derneketiye.

Medya Rûsî jî bi zarê hin kesayetên nêzîkî rêveberiya Rojavayê Kurdistanê hevdîtin û çend daxwaziyên ji Rûsyayê hatine kirin, belav kiribûn û hatibû diyarkirin ku heger Amerîka jê nerazîbe jî dê lihevkirina li gorî helwest û daxwaziyên Rûsyayê pêk were.

Li aliyê din çavkaniyeke ji Rojavayê Kurdistanê ji BasNewsê re ragihandiye ku, şandeya MSDê ji bo Rojavayê Kurdistanê daxwaza Xweserîyeke di bin garantiya Rûsyayê de kiriye, lê berpirsên Rûsyayê hîn ti bersiveke erênî nedane wan.

Çavkaniya ku nexwestiye navê xwe bide gotiye, berpirsên Rûsyayê daxwaz li MSDê kirine çekên xwe radestî rejîma Sûriyê bikin û hemahengiyê ligel rejîmê bikin. Li hember wê jî artêşa rejîma Sûriyê dê wan biparêze û wan ji nav nabe.

Hêjayî gotinê ye, piştî biryara vekişînê ya Amerîkayê ev çend car in hevdîtinên rayedarên rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê bi rejîma Sûriyê û Rûsyayê re berdewam dikin ku hewil didin rê li ber êrîşên Tirkiyê bigirin.

Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ya di bin deshilatiya PYDê de, dixwaze hêzen artêşa Sûriyê li sînorên navbera wan û Tirkiyê bên bicîkirin ji bo parastina herêmê ji gefên Tirkiyê, lê Amerîka vê yekê naxwaze û li şûna wê dixwaze herêmeke tampon di navbera herêmên kontrola Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê de ava bike.