image

PeyamaKurd - Li gorî nûçe analîza ku li ser malpera ‘DEBKAfile’ a girêdayî Îstixbarata Îsraîlê hatiye belavkirin, Rûsyayê dest bi amadekariya veguhestina 6 hezar leşkerên li Sûriyê bo Ukraynayê kiriye.

Li gorî îdiaya ku pêşî li ser malpera “DEBKAfile” û pişter jî di rojnameya “The Moscow Times” de hatiye belavkirin, çavkaniyên leşkerî yên navê xwe eşkere nekirine gotine, “Rûsya li Ukraynayê tengav bûye û bidawîkirina hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê daye ber çavê xwe.”

Hatiye îdiakirin ku leşkerên rûsî yên li bargehên Hmeymim, Dêrazor, T4 û Qamişloyê kom dibin; bi rêya seferên asmanî dibin eniyên şer ên li Ukraynayê.

Li gorî daneyên sala 2021ê li seranserê Sûriyê bi qasî 6 hezar leşkerên rûsî hen.

‘Wê Îran valahiyê tije bike’

Herwiha hatiye îdiakirin ku Rûsya ji bo meydana Sûriyê vala nehêle bi Îranê re li hev kiriye û serdana Beşar Esed a demek berê bo Tehranê jî di wê çarçoveyê de pêk hatiye ku Esed ligel Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamaney û Serokomar Îbrahîm Reîsî civiyabû.

Di hevdîtinên Esed de Fermandarê Giştî yê Hêza Qûds a Supaya Pasdaran Îsmaîl Qaanî jî amadehî kiribû. Piştî serdana Sibata 2019an ev serdana duyemîn a Esed e ku diçe Tehranê.

Hatiye diyarkirin ku Rûsyayê ji xeynî baregeha Hmeymim hemû baregehên xwe yên li Sûriyê qonax bi qonax radestî Hizbûlaha Îranê û Supaya Pasdaran a Îranê kirine.

Tê îdiakirin ku Rûsya ji ber nikare pêşveçûneke li gorî dixwaze li Ukraynayê bi dest bixe, amadekariyê dike 6 hezar leşkerên xwe yên li Sûriyê bişîne Ukraynayê ku serdana Esed a Yekşema borî bo Îranê jî di vê çarçoveyê de tê nirxandin.

Ukrayna ji nêzîk ve dişopîne…

Civînên derbarê Sûriyê de yên li Astanaya Kazaxistanê sala 2017an, bi garantoriya Rûsya, Tirkiye û Îranê dest pê kiribûn û tê gotin, ev hemleya Rûsyayê wê bandorê li civînên formata Astanayê jî bike.

Li aliyê din yek ji şêwirmendê Serokê Ukrayna Volodimîr Zelenskiy, Aleksey Arestovîç li ser mijarê gotiye, “Tê fêmkirin ku Rûsya neçar maye terka herêma Rojhilata Navîn bide. Piştî lîsta şer a li Sûriyê leyîstin, ji bo car din venegerin vedikişin. Wê piştî vekişîna Rûsyayê, geşedanên girêdayî Îranê li herêmê pêk werin.”

Herwiha di nirxandinan de tê diyarkirin ku bi vekişîna Rûsyayê re, xeteriye ku li başûrê Sûriyê Îran û Îsraîl rasterast rûbirûyî hevdu bibin.

Rûsyayê ji welatên Kafkasan jî hêzên xwe vekişand

Herwiha li gorî nûçeyên belav bûne, Rûsyayê ji Tacikistan û Başûrê Osetyayê jî hêzên xwe vekişandine. Li gorî Îstixbarata Leşkerî ya Wezareta Berevaniya Ukraynayê, Rûsyayê di demên dawî de, moşekên Îskender ên li bajarê Gumru yê navbera Ermenistan-Azerbaycanê jî paşde vegerandine.

Dîsa Rûsyayê beşeke mezin ji wan hêzên ku piştî vekişîna Amerîka ji Afganistanê, li Tacikistanê bicih kiribûn jî vekişandine.

Li gorî heman çavkaniyên leşkerî, hezên ku Rûsyayê sala 2008an di şerê 5 rojan de li Başûrê Osetyayê bicih kiribûn, şandine eniyên şer ên li Ukraynayê.