image

Hem PYD û hem ENKS di meseleya rojavayê Kurdistanê de xwe pirtir nêzîkî projeya Emerîkayê û hêzên hevpeymanên wê dibînin û baweriya kurdan bi hîç rengekî bi rûsan nayêt. Rûsyayê ji bo berjewendiyên xwe Efrîn teslîmî Tirkiyê kir û krediya Rûsyayê di nav kurdan de sifir e.

PeyamaKurd- Michail Bogdanovê cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê duh li Moskowayê digel hinek kurdên ku wekî “zavayên rûsan” tên nas kirin civiya û ji wan xwest ku fikr û pêşniyarên xwe bibêjin ka çawa Rûsya li hemberî projeya Emerîkayê ya avakirina “herêmeka ewle” li rojhilatê çemê Firatê raweste.

Rûsyayê fêm kiriye ku Emerîka û hevpeymanên wê yên wekî Fransa û Brîtanyayê dest ji rojavayê Kurdistanê bernadin û dê li rojhilatê çemê Firatê herêmeke parastî ji bo kurdan bêt ava kirin û rejîma Beşar Esed jî dê nekare mudaxeleyî wê deverê bike.

Hem PYD û hem ENKS di meseleya rojavayê Kurdistanê de xwe pirtir nêzîkî projeya Emerîkayê û hêzên hevpeymanên wê dibînin û baweriya kurdan bi hîç rengekî bi rûsan nayêt. Rûsyayê ji bo berjewendiyên xwe Efrîn teslîmî Tirkiyê kir û krediya Rûsyayê di nav kurdan de sifir e.

Wisa xuya dike ku Emerîkayê lingê xwe daniye ser stûyê Tirkiyê jî da mûşekên S-400 ji Rûsyayê nekire û têkiliyên xwe digel Rûsyayê mehdûd bike. Tirkiye ji neçarî, bivêt û nevêt, wekî dewleteke Natoyê careke din li Emerîkayê vedigere û projeya rûsan û tirkan ya mûşekên S-400an jî di xeterê de ye.

Aha di vê rewşa xwe ya aloz de Rûsyayê hawara xwe gihand hinek kurdên ku wekî “zavayên rûsan” tên nas kirin û ew dawetî wezareta derve kir. Kesên ku beşdarî vê civînê bûne ev in: Ehmed Elî, Selah Derwêş, Sededîn Mela û Ekrem Onen

Ya xerîb ew e ku ev çar kes temsîla PYD-ê nakin û temsîla ENKS-ê jî nakin û cardî jî ji xwe re dibêjin ku ew wekî “şandeke kurdî” çûne wezareta derve ya Rûsyayê. Bêguman ya rast ew e ku hîç aliyekî kurdan ew wekî “şand” rênekirine Rûsyayê û ew hemu jî di nav kurdan de pirtir wekî “zavayên rûsan” tên nas kirin.

Wezareta Rûsyayê jî bi daxuyaniyekê behsa vê hevdîtinê kir û ji daxuyaniya wezareta Rûsyayê tê fêm kirin ku Rûsya wekî hertim “yekîtiya axa Sûriyeyê” diparêze û hîç behsa herêmeke parastî ji bo kurdan nayêt kirin.

Ew kesên ku beşdarî civînê bûne behsa “guhertineke nû” di siyaseta Rûsyayê de dikin û dixwazin ku kurd hemî xwe li dor projeya Rûsyayê bidin hevdu. Taybetmendiyeke van “zavayên rûsan” heye ku Rûsya çiqasê dijminahiya avakirina herêmeke kurdan li Sûriyeyê bike jî ew her lêdixebitin ku rûsan li ber çavên kurdan şirîn bikin.

Ya ku ew nizanin e v e: Îran dê li Sûriyeyê bixusire, Tirkiye dê li Sûriyeyê bixusire û di dema dûr de Rûsya jî dê li Sûriyeyê bixusire. Herêmeke parastî ya kurdan dê ava bibe û garantora wê herêmê jî dê Emerîka û mitefiqên wê bin.