image

PeyamaKurd – Îro 5ê Tîrmeha 2019an Tora Medyayî Rûdawê di nûçeyeke xwe ya ku dispêre Al-Monitorê de, derbarê operasyona Tirkiyê ya berdewam bi ser Xakûrkê de (Operasyona Pençe) ragihand ku dê di çarçoveya wê operasyonê de artêşa Tirkiyê (TSK) û hêzên Pêşmerge ligel hev kar bikin û piştî derxistina hêzên PKKê ji wê herêmê jî dê herêmê radestî hêzên Pêşmerege bikin.

Di nûçeyê de sernavê ‘Gelo dê TSK li Xakûrkê mayînde be?’ hat gotin ku nûçeya navborî eşkere ziyanê digihîne raya giştî ya Kurdan û gelê Kurd.

Her çiqas tevgerîna bihevre ya Hêzên Pêşmerge û TSKê îdiayek be jî li ser hesabên medya civakî yên Rûdawê belavkirina vê nûçeyê bi rengê; ‘ÎDÎA – Di qonaxa din a operasyona Pençe de, dê Pêşmerge û TSK ligel hev kar bikin’, helwesteke ku bi awayekî eşkere ziyanê digihîne hêzên Pêşmerge ye.

“Rûdaw kevneşopa cûdaxwaziyê didomîne’

Rûdaw, gelek caran du nûçeyên xwe de tovên cudaxwaziyê direşîne nav civaka Kurdan û bi awayekî berdewam wan hewlên xwe yên ragihandinê didomîne.

Rûdaw bi awayekî rojane zanyariyên operasyonên TSKê yên bi ser sivîlên Xakûrkê de, wekî wezîfeyeke lê hatiye ferzkirin belav dike. Medyaya qaşo ya Kurdan Rûdaw gelo ji aliyê kî û çi derdoran ve tê kontrolkirin û birêvebirin? Gelo yên ku Rûdawa Tirkî birêve dibin, endamên îstixbarata Tirkiyê (MÎT) ne?

Heger rewş wiha be jî rêveberên berpirsên Tora Medya Rûdawê çawa rê didin vê yekê û pê razî dibin?

 “Mebest, bi qest reşkirina PDK û Pêşmerge ye’

Ew Rûdawa ku bi mehan ambargo danîbû ser daxuyaniyên Serok Mesûd Barzanî, niha ketiye rêyeke wisa xwebiçûkxistinê ku rojane operasyonên ser xaka Kurdistanê wekî destwerdaneke rewa belav dike û bi vî awayî jî îtibara xwe ya li nav gelê Kurd radixe pêş çavan.

Li vir xala girîng, ne mijara kesên wan nûçeyan wekî edîtor belav dikin in, pirse ew e ku çawa rêveberên Kurd ên Rûdawê destûra vê yekê didin. Wekî ku xuya dibe wan jî kesayeta xwe bi dolaran firotiye.

Ti şîroveyeke maqûl a belavkirina nûçeyên bi vî rengî tune ye û tenê tê xwestin Kurdan ji hev re bikin dijmin. Wateyeke din a van nûçeyan jî bi qest reşkirina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya ku Serxwebûna Kurdistanê dixwaze û hêzên Pêşmerge ye.

Pêwîste îtibar li nûçeyên bi vî awayî yên Rûdawê neyê kirin û bi dengekî bilind li dijî wê bê derketin. Eşkere ye ku ti eleqeyeke Rûdawê bi Kurdistanê û gelê kurd re nîne û berevajî wê jî eşkere ye ku ziyanê digihîne doza Kurd û Kurdistanê.