image

PeyamaKurd – Nivîskarê Amerîkî û rayedarê berê yê Pentagonê (Wezareta Berevaniyê) Michael Rubin ku endamê Enstîtuya Enterprise ye, li ser gefên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê gotarek weşand.

Michael Rubin di gotara xwe ya bi sernavê, “Qesta Tirkiyê ji herêma ewle, petrol e ne teror e” de ku di malpera Washington Examiner de weşandiye dibêje, “Tirkiye dixwaze bi êrîşa li dijî Rojavayê Kurdistanê sê armancan bicih bîne” û wiha rêz dike:

  1. Ya yekem ew e ku Tirkiye dixwaze mîna Efrînê wê herêmê dagir bike û demografiya kurdî ya wir jî mîna Efrînê biguherîne.
  2. Ya duyem jî ew e; ji ber ku siyaseta navxweyî ya Erdogan di warên aborî û siyasî de rastî şikestê hatiye, Erdogan dixwaze bi vê yekê hinekî şikestên xwe veşêre.
  3. Armanca sêyem û esasî jî ew e ku Tirkiye dixwaze petrola ku di bin destê kurdan de ye, zeft bike û bi wî rengî aboriya xwe bihêz bike.

Rubîn diyar dike, Tirkiye dixwaze wan her sê armancan, yan bi rêya pêkanîna herêma ewle bi dest bîne yan jî bi darê zorê.