image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê di hevdîtinên ligel Rûsya û hikûmeta Sûriyê de, nexşerêyeke 11 xalan ji bo çareserî û lihevkirinê pêşkeş kirine.

Li gor ku medya erebî Şerqu’l Awsadê belav kiriye, di nav 11 xalan de pênasekirina rêveberiya xweser û beşdarîkirina hêzên HSDê bo artêşa Sûriyê jî hene.

11 xalên Kurdan pêşkeşî rêveberiya Şamê kiriye ev in:

1-Sûriye paytexta wê Şam e û welatekî unîterî, yekgirtî û sînorên wê li qada navdewletî hatine naskirin e.

2-Serokê hilbijartî Beşar Esed serokê tevahiya Sûriyê ye.

3-Çavkaniyên siruştî, dewlemendiya hemû welatiyan a netewî ye.

4-Di siyaseta derve û biryarên platforên navdewletî de, polîtîkaya dewletê ya di destûrê de hatiye nîşankirin, tê nasandin.

5-Li gor Neteweyên Yekbûyî (NY) ala fermî ya Komara Erebî ya Sûriyê tê naskirin.

6-Aliyê Kurd yekbûna artêşa dewletê nas dike, lê ji bo HSD jî bibe beşek ji wê artêşê gotûbêj dikarin bên kirin.

7-Bi guhertina destûrê re divê rewşa awarte li welat bê rakirin. Yan jî qet nebe destûra lihevkirinê bê çêkirin û reformên qanûna partiyan û daraza serbixwe bên kirin.

8-Divê rêveberiya Şamê xweseriyê nas bike.

9-Divê hemû kiryarên cudaxwazî yên li hember gelê Kurd bên rakirin.

10- Divê Kurd jî tevî Suryanî, Turkmen, Ereb û pêkhateyên din, wekî pêkhateyeke girîng a gemê Sûriyê bên naskirin.

11-Herêma Kurdan jî di nav de, ji bo hemû herêmên din, divê budçe were diyarkirin.

Rayedarekû Kurd ji digel Şerq’ul Ewsedê axiviye gotiye ku Kurdan bang li Moskowê kiriye rêveberiya Şamê xweseriya wan nas bike.

Herwiha hat diyarkirin ku Kurdan nexşerêya berfireh radestî Rûsyayê kiriye û Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo jî du caran serdana Moskowê kiriye daxwaz ji Rûsyayê kiriye bibe garantorê lihevkirina bi Sûriyê re.