image

PeyamaKurd – Li gor nûçeya Associated Press (AP) Kurd ji ber nakokî û nezelaliya daxuyaniyên Amerîkayê yên piştî biryara vekişîna ji Sûriyê, daxwazê ji Amerîkayê dikin ku mijarê zelal bike.

‘EM NE AGAHDAR IN’

Rayedarekî bi navê Bedran Çiya Kurd ku ji Rojavayê Kurdistanê ji APyê re axivî ye û gotiye, Kurd ji helwesta Amerîkayê ya nû û guherînên ku di siyaseta xwe ya Sûriyê de dike ne agahdar in û ew ji daxuyaniyên Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amerîkayê John Bolton jî nizanin çi wateyê derxin.

Kurd dibêje, “Em bi awayekî fermî yan jî rasterast nehatine agahdar kirin. Tiştên em dibihîzin tenê daxuyaniyên medyayê ne.”

Hêjayî gotinê ye, Serokê Amerîkayê Donald Trump digel daxuyaniyên li ser parastina Kurdan li Sûriyê jî di vekişînê de bi israr e. Herwiha şandeke bilind a Amerîkayê ku ji John Bolton, Joseph Dunford û James Jeffrey pêk tê jî li Tirkiyê ye ku li ser kordînasyona vekişînê, parastina Kurdan û çend mijarên din ên girêdayî Sûriyê danûstandinan bike.