image

PeyamaKurd- Îroj roja zimanê zikmakî ye, lê zimanê me çiqasî li ser bala me ye yan jî çiqasî xema me ye, ev cîhê nîqaşê ye.

Salê carekê di bin navê çalakiyeke populer û rengîn de roja zimanê zikmakî tê pîrozkirin.

Miletên xwedan dewlet ji bo ber dilê miletên bêdewlet xweş bikin, salê carekê vê çalakiyê çêdikin û em kesên bêdewlet jî wê rojê xwe malê-eydî zimanê xwe hîs dikin.

Lê di esasê xwe de ne weha ye. Mîna roja dildaran, ku haya me pirê kesan ji wateya hezê tune ye.

Mîna roja dêyan, ku dê heye tune ye, çi dixwe, çi vedixwe ne xema me ye.

Mîna roja mamosteyan, ku xwendinê kesayeta me terbiye nekiriye.

Mîna roja xwezayê, ku hesreta me kulmeke hewa paqij e.

Belê, îroj jî roja zimanê zikmakî ye, ku pirê kes ê tenê vê rojê di çalakiyekê de bi bîr bînin û piştî çalakî bi dawî bibe wê bê jibîrkirin û ew ziman ê tenê di malzarokê de bimîne û li benda rehma Xweda be.

Qedera zimanê zikmakî tenê bi rojekê girê nedin.

Ji bo zimanê zikmakî her bijî, pêwist e di nava rojê de ew ziman bibe zimanê danûstendinê.

Heger ziman nebe zimanê danûstendinê, siberoja wî zimanî tune ye; ne meriv ziman ji bîr dike, ziman meriv ji bîr dike.

Dema meriv difitile li tarîxê dikole, eşkere ye, tu ziman bê dewlet li ser nigan nema ye. Ji bo zimanek bijî, pêwist e ew ziman li ser axeke azad bijî û bi qanûnên dewletî were parastin.

Dewleta te nebe, wek milet jî heta hetayê tu nikarî xwe biparêzî. Û herweha ya miletekî dike milet û ji miletên din cîhê dike zimanê wî miletî ye.

Ne tenê rojekê, divê her rojê em bikin roja zimanê zikmakî. Ne xema miletên xwedan dewlet e, jixwe zimanê wan di nav sînorên dewleta wan de bi qanûnan tê parastin, lê rewşa miletên bêdewlet dijwar e û loma jî bi helwesteke şoreşgerane pêwist e her kes li zimanê xwe xwedî derkeve. Dîsa roja zimanê zikmakî li hemû miletên di rewşên dijwar de ne pîroz be.