image

PeyamaKurd Hat ragihandin ku bi hatina rêveberiya nû ya Amerîkayê re, Amerîka ji bo êrîşên berdewam ên komên çekdar û artêşa Tirkiyê yên bi ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê de bên rawestandin hêzên nû dişîne.

Armanc rawestandina êrîşên Tirkiyê ye

Li gorî rojnameya Şerq El-Ewset daye xuyakirin, hêzên Amerîkayê hinek tevger li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne û armanca wê ew e ku Tirkiyê rawestîne û nehêle derbasî rojhilatê Firatê bibe û ev jî li pey guhertina rêveberiya Amerîkayê tê ku Donald Trump hêzên Amerîkî ji wan herêman vekişandibûn.

Amerîkayê hêzeke nû şand Dêrikê û Hesekê

Li aliyê din Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî ragihandiye ku hêzên Amerîkayê hejmareke mezin a tank û maşîneyên zirxî anîne baregeha xwe ya Dêrikê û gundewarê Hesekê.

Hêzên Amerîkî li ser sînorê Tirkiyê dewriye pêk anîn

Herwiha SOHRê diyar kiriye ku hêzên Amerîkî li seranserê sînorê Tirkiyê (Bakur) û Rojavayê Kurdistanê jî dewriyeyeke leşkerî pêk anîye ku di nava 48 saetên derbasbûyî de jî Amerîkayê hêzên nû derbasî heman baregehê kirine.

Amerîka baregeheke nû ava dike

Li gorî zanyariyan, Amerîka dixwaze li gundewarê Dêrikê baregeheke nû ava bike ku dikeve ser sêgoşeya sînorên Sûriye-Tirkiye- Iraqê.

Rojnameya Şerqul Ewset jî daye xuyakirin ku ev liv û tevgera Amerîkayê piştî gefa Tirkiyê ya hewldana oporerasyoneke leşkerî ya ji bo kontrolkirin ango dagirkirina navçeyên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye.

Li gorî nirxandinan piştî destbikarbûna rêveberiya Joe Biden a serokê Amerîkayê, Amerîka car din vedigere sîyaseta xwe ya serdema Obama û li şûna vekişîna hêzên xwe li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêdetir dike.