image

PeyamaKurd – Li demeke ku serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden tîma xwe ya rêveberiya nû ya Amerîkayê radigihîne siyaseta xwe ya li Rojhilata Navîn û Sûriyê jî diyar dike. Tê çaverêkirin rêveberiya Biden siyaseta xwe ya serdema Obama berdewam bike û şaşîtiyên hatine kirin jî sererast bike.

Rojnameya El-Şerq El-Ewset a erebî bi zarê çavdêrên siyasî daye xuyakirin ku çavê derdorên siyasî li helwestên Biden û Wezîrê Derve Anthony Blinken e ku wê li ser rewşa Sûriyê kêmasiyên rêveberiya Obama rast bike yan na.

Biden di axaftina xwe ya dema hilbijartinan de, meha cotmeha derbasbûyî gotibû, “Biryara Trump a vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê têkçûneke mezin e” û diyar kiribû, vekişîna hêzên Amerîkayê welatiyên Sûriyê li hember êrîşan bi tenê hişt ku pêwîst e Amerîka piştgiriya Kurdên Sûriyê bike.

Li gorî çavdêran, niha berdewariyek bo planên Biden û Blinken ên bo Sûriyê ye ku pirsên, “Gelo wê Biden cezayên li ser Sûriyê bihêle yan rake? Wê rejîma Sûriyê bixwaze ku reforman pêk bîne, yan jî wê bixwaze ku koçber vegerin?"

Herwiha li gorî nirxandinên medyayê rêveberiya Joe Biden ku bixwe beriya niha jî piştgiriya Kurdên Sûriyê kiribû, wê di alîkariyên bo Rojavayê Kurdistanê de berdewam be û ji bo çareseriyeke siyasî ya mafên Kurdan di destûra nû de werin sepandin jî piştevaniya xwe bidomîne.