image

PeyamaKurd – Li bajarên Tirkiyê ku di demên dawî de careke din li dijî malbatên Kurd êrîşên nijadperestiya tirk pêk tên, vê carê jî komên nijadperest berê xwe dane penaberên Sûriyê û di her derfet û hinceta bibînin de bê cudahî êrîşên komî li ser koçberan dikin.

Herî dawî li paytexta Tirkiye Enqerê di çend rojên dawî de bûyerên şer û pevçûnên welatiyên tirk û sûrî de rû dan ku piştî wan pevçûnên ciwanekî tirk bî kêran hatibû kuştin, komên nijadperest bi dirûşman êrîşî mal û kargehên xelkê Sûriyê kirin.

Piştî bûyereke pevçûnê ya li navçeya Altindag a Enqereyê, şeva 11ê Tabaxê hejmareke zêde ji welatiyên nijadperestên tirk, li dijî hebûna koçberên Sûriyê daketin kolanan û êrîş birin ser dikanên koçberên Sûrî ku keçeke piçûk jî hat birîndarkirin.

Koma nijadperest wesayîtên polîsan jî bêyî ti destwerdanekê nezareta wan dikir, li kolan û kûçeyên taxê kom bûn û beşek ji wan ji bo welatiyên sûrî bibînin wekî xalên kontrolê nasnameyên xelkê kontrol kirin.

Herwiha komek ji nijadperestan jî êrîşî dikan û malên welatiyên Sûriyê kir ku rewş gelekî aloz bû û niştecihên taxê yên xelkê Sûriyê di malên xwe de asê man û tirseke mezin li ser wan peyde bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya niha jî êrîşên dijî penaberan li bajarên Tirkiyê çêbûbûn, lê vê carê di dîmenên hatine belavkirin de eşkere xuya dike ku polîs bixwe jî li cihê bûyerê ne û bêyî ti destwerdanekê êrîşa wan komên nijadperestî dişopînin.

Bi taybet opozîsyona Tirkiyê ku CHP serî dikişîne li ser bûyerên nijadperestî deshilatiya AKPê tawanbar dike, lê ew bixwe jî dijberiya koçberan dike û dibêje, ew dê wan bişînin welatên wan.

Deshilatdariya Tirkiyê bi salane koçberên Sûriyê wekî şantaj li hember welatên ewropî û aktorên Sûriyê bikar tîne, budçeyê ji wan distîne û di şerê Sûriyê de jî bi awayekî çalak û hêzên xwe yên leşkerî beşdar e.

Ji bilî koçberên Sûriyê ji ber rewşa dawî ya şerê Afganistanê ku Talîban bipêşve diçe û hêzên biyanî vekişiyane, koçberên afgan jî rojane bi hezaran kes derbasî nav sînorên Tirkiyê dibin ku ev pêla nû ya koçberan jî rastî nerazîbûnan tê.

Hinek alî jî li ser komên ku bi diruşmên nijadperestî êrîşî koçberan dikin nirxandinên wekî; bi kêmbûna piştgiriya deshilatdariya AKP-MHPê ve girê didin û dibêjin, Tifaqa Cumhur a Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Devlet Bahçelî pêşengtîya wê dikin dixwaze bi rêya derxistina aloziyan û tevdana nijadperestiyê rêyeke mayîna li ser deshilatdariyê ji xwe re bibîne.

Herwiha metirsiya derxistina şerekî navxweyî jî ji aliyê eniya opozîsyona Tirkiyê ve tê bilêvkirin ku tê gotin, wê deshilatdariya AKP-MHPê bi derxistina aloziyan re ji nû ve Rewşa Awarte ragihîne û deshilatiya xwe bi darê zorê li ser welat bisepîne.