image

PeyamaKurd – Pisporê Amerîkî Tom Harbs got ku Tirkiye li hemberî Rojavayê Kurdistanê û Kurdan xwedî helwesteke êrîşkarî ye û wê Amerîka jî ti carî destûrê nede vê helwesta êrîşkarî.

Pisporê Amerîkî yê Dîrektorê Hevpeymana Demokrasîyê li Rojhilata Navîn a Amerîkî Tom Harbs di analîzeke xwe de bal kişand ser polîtîkaya Tirkiyê ya bo Rojavayê Kurdistanê û dê ne mimkun e Amerîka destûra êrîşên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de bide.

Amerîka destûra xwe ferzkirinên Tirkiyê nade

Harb da zanîn ku ligel rêkeftina Tirkiyê ya bi Amerîkayê re jî Tirkiye bi daxwazî û pêşniyarên cuda dixwaze hevbûna xwe ya li Sûriyê bihêztir bike ku Amerîka destûra vê yekê nade û got, “Tirk bi xwe ferzkirina Tirkiyê ya yekalî li herêmê, dixwazin bi Sûriyê û hêzên Kurd re şer bikin.”

Harbs dibêje, heger Tirkiye gaveke wiha bavêje, dê Amerîka bêdeng nemîne diyar dike, “Ji ber dê ev rewş sîstemeke nû ya ku Amerîka destûra wê nede derxe holê ku eşkere ye ne mimkun e Amerîka destûrê bide.”

Wê Amerîka û Ewropa li dijî Tirkiyê derkevin

Harbs destnîşan kir ku nexşerêya gavên ku Amerîka li herêmê bavêje zû de hatiye danîn û bi qesta Tirkiyê got, Tirkiye nikare polîtîkaya derve ya Amerîkayê biguherîne.

Li gorî Harbs, niyeta Serokomarê Tirkiyê Erdogan ya dijî kurdan tê zanîn û heger li bakur û rojhilatê Sûriyê li herêmên sînor bikeve tevgere leşkerî, dê gelek welatên Ewropî û Amerîka xwedî helwesteke li dijî Tirkiyê bin.