image

PeyamaKurd – Endamê Konseya Rêveberiya KCKê Diyar Xerîb 5ê Tîrmeha 2019an bi operasyoneke hevbeş a esmanî ya artêşa Tirkiye û Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) ya bi ser wesayîta wî de tevî du hevalên xwe hatibû kuştin û 7ê mehê jî ew nûçe ji aliyê Ajansa Anadolê ya Tirkiyê ve hatibû belavkirin.

Medya nêzîkî PKKê û Konseya Serokatiya KCKê jî ragihand ku berpirsê kuştina Diyar Xerîb Îstixbarata Tirkiyê û hevkarên wê yên herêmî ne.

‘Diyar Xerîb li herêma kontrola YNKê hatiye kuştin!’

Li ser kuştina bi guman ya Xerîb gelek îdia hatin kirin ku yek ji wan îdiayan bi daxuyaniyên fermî nehatiye piştrastkirin. Medyaya nêzîkî PKKê û derdorên alîgiriya PKKê dikin bi kuştina Diyar Xerîb ‘Barzanî û PDK’ tawanbar kirin.

Çavkaniyên herêmê jî hinek agahî derbarê kuştina Diyar Xerîb de belav kiribûn ku di yek ji wan îdiayan de dihat gotin, Diyar Xerîb li Silêmaniyê bi kesekî re hevdîtinê dike û dema vegera Qendîlê jî tê şehîdkirin. Li gorî texmînên wan çavkaniyan, tê gotin ku ji PDKê wêdetir tiliya YNKê di vî karî de heye û ew devera bûyerê jî bi temamî di bin kontrola YNKê de ye. Lewra li cihê ku Xerîb hevdîtin kiriye, ti şopeke PDKê jî nîne û medya tirk jî ji xwe bal kişandibû ser hevkariya îstixbarata navxweyî.

 ‘Tişta ku medya PKKê dike cihê fikaran e!’

Heta ku daxuyaniyeke fermî neyê dayîn, dê ev îdia bigerin û nezelaliya li ser kuştina Diyar Xerîb jî berdewam be. Lê belê medya PKKê heta kuştina yek ji fermandarên xwe yê pilebilind sûîstimal dike û cihê fikaran e ku bi vê bûyerê PDKê û Barzaniyan tawanbar dike.

Pêwîste medya PKKê van îdiayên xwe yên bêbingeh ku îstixbarata PDKê bi hevkariya Tirkiyê tawanbar dike, îsbat bike. Li aliyekê jî medya PKKê dibêje, “Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin” ku ew çavkanî jî ne li herêma PDKê ne, berevajî ew der herêma YNKê ye. Yanî çavkanî nezelal e û zanyarî jî hev nagirin. Tevî vê jî girseyeke ku wan agahdariyan bêyî lêpirsînê rast dibîne jî heye.

“Heke Diyar Xerîb kesekî Kurdistanî be û ji aliyê îstixbarata navxwe ve hatibe kuştin?’

Gelek îdiayên bêbingeh ku ji çavkaniyên şêlû tên belavkirin hene ku hinek dibêjin, Xerîb di nav PKKê de kesayeteke Kurdistanî bû. Ger îdiayekeê em bavêjin holê; li ser mijara Rojava Îran, Sûriye, Rûsya û Tirkiye zorê didin HSDê. Amerîka jî dixwaze YPGê ji PKKê cuda bike û biguherîne. Diyar Xerîb jî li herêma YNKê tê kuştin û tê gotin, ji civînê derketiye. Ka bifikirin, gelo di wê civînê de çi bûye? Dibe ku Xerîb bi nasnameya xwe ya Kurdistanî helwest nîşan dabe û xwestibe, êdî divê gelê Kurd bibin xwediyê hin tiştan li Rojavayê Kurdistanê.

Wekî tê zanîn çend roj berê Serokomarê Iraqê Berhem Salihê girêdayî YNKê serdana Tirkiyê kiribû. Di civîna ligel Erdogan de jî behsa hevkariya dijî terorê hatibû kirin ku ev di medya tirk de jî cî girtibû. Balkêş e Diyar Xerîb jî li herêma YNKê tê kuştin. Gelo çima tiştek bi serê rêveberên PKKê yên Tirkiyecîtiyê dikin ên wekî Cemîl Bayik û Duran Kalkan nayê, lê kesên Kurdistanî dibin armanc? Gelo ew îstixbarata navxwe ya Tirkiye behs dike, ne îstixbarata wan a nav PKKê be?

‘Hewlên tarî yên Aras Cengiyê YNKyî’

Îdiayeke din a rojevê jî tê gotin ku derdorên nêzîkî Fermandarê Hêza Qûds Qasim Suleymaniyê Îranî kordînatên cihê Diyar Xerîb dane Tirkiyê ku hewce ye mirov serdana Berhem Salih a Tirkiyê û dîsa herêma ku lê hatiye kuştin werîne bîra xwe.

Berhem Salih tenê vîtrîneke aktorên esil e. Li vir ya girîng hewlên Aras Şêx Cengî Talabanî ye. Wekî bibîrxistin; Sala borî kampa PDK-Î ji aliyê Îranê ve bi moşekan hatibû bombekirin û bi wê êrîşê jî Barzanî hatibûn tawanbarkirin. Îranê dixwest serkirdeyên PDK-Îyê tune bike. Beriya êrîşê bi demekê jî Aras Şêx Cengî li dorûbera Kerkûkê li fermandarên Heşda Şeibî ya girêdayî Îranê bi telefonê pêwendî kiribû û kordînatên cihê Pêşmergeyên PDK-Îyê dabû wan û hem piştgiriya hemleyên Îranê kiribû hem jî giliyê serkirdeyên PDK-Îyê li Îranê kiribû.

Tirkiye ev bi qasî du sal in li benda hevkariya YNKê bû. Gelek caran rêveberiya Enqerê zext li YNKê dikirin û digot, ‘we tiştek ji bo me nekiriye’. Helbet YNKê kesên ku bi wan re kar dikirin radestî Tirkiyê nedikir, lê dê bi paqijkirina kesayetên Kurdistanî yên mezlûm û bêparastin peyama em li cem we ne bida Tirkiyê û alîgirên wê.

Tevî ku ev qas îdia hene jî çawa dibe PKK û medya wê bi awayekî ji xwe bawer bi gotinên, ‘Xiyaneta PDKê û Barzaniyan’ tovê nifaqê direşîne nav gelê Kurd? Mesrûr Barzanî meha borî bi Mevlut Çavuşoglu re civiyabû û gotibû, ‘Hesasiyeta me bo Rojava heye û em li kêleka wan in’. Aliyê PKKê çawa vê ji bîr dike û dijberî û Antî-Barzanîcîtiya xwe didomîne.

“Gelo PKKê zemînê wê çêkir?’

PKKê çend roj berê bi nav ‘Hêzên Parastina Cewherî’ hêzek ava kiribû û gefa veguhestina şer li Başûrê Kurdistanê xwaribû. Nebe ku ev avakirina zemînekê bo kuştina Diyar Xerîb be? Aliyê PKKê û medya wê ji xwe her tim amade ne, her bûyerê bixin stûyê PDKê û Barzaniyan. Û tim jî bi rêbazên cuda vê pêk tînin. Çimkî ew dizanin girseya wan bi awayekî radîkal bi wan ve girêdayî ye û piraniya wan jî apolîtîk in.

Niha yên vê bixwînin, wê bêjin ‘Medya xiyanetkar a Barzanî, dagirkeriya Tirkiyê diparêze’. Heger yên wisa difikirin hebin, ew tê wê wateyê ku ew gelekî dûrî rastî û doza gelê Kurd in ku tiştekî fêm nakin.

 “Gelo çima her bûyerê dixin stûyê PDKê û Barzaniyan?’

Em dibêjin, gelo çima aliyê PKKê bêyî ku ti daxuyaniyeke fermî, belge û agahiyek hebe bi gotinên, “Zanyariyên çavkaniyên herêmî” PDK û Barzaniyan tawanbar dike?

Ma ewqas jî hêsan e ji bo wan ku gelê Kurd ji bo berjewendiyên xwe yên cuda cuda dixapînin? Ma gelê Kurd ewqas bêqîmet e ji bo wan ku vê dikin?