image

PeyamaKurd – Li demeke ku Amerîkayê biryara vekişîna hêzên xwe yên Sûriyê daye de, Kurd jî ketin nav lêpirsîn û bendewariyekê. Di vê dema ku Kurd hem ji aliyê siyasî hem jî leşkerî ve di nav lêgerînekê de ne, çend roj berê ji aliyê medya tirk ve vîdyoyek hat belavkirin ku tê de kesê bi navê Ebdulezîz Temo qaşo li ser navê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxuyaniyek dida.

Ew vîdyo daxuyaniya Ebdulezîz Temo ji aliyê medya Kurd ve hêjayî weşanê nehat dîtin, lê li ser medya civakî nirxandinên cuda li ser hatin kirin û bi taybet derdorên nêzî PKKê, ew vîdyo wekî daxuyaniya ENKSê şîrove kirin û kirin sedema êrîş û devjeniyan.

Temo di wê vîdyoya ku dema hewlên operasyonê ji aliyê Tirkiyê ve digel opozîsyona Sûriyê hatibûn xurtkirin de, digot, “Kî me (Kurdan) ji PKKê û peyrewên wê yên Sûriyê rizgar bike, em ê piştgiriya wan bikin.”

Ebdulezîz Temo biryarê Mîşel Temo yê muxalîfê rejîma Esed e ku sala 2011an hatibû kuştin. Ebdulezîz Temo niha seroktiya komeleyeke bi navê Yekîtiya Kurdên Sûriyê dike ku bi serê xwe ew komele vekiriye.

Ew vîdyo daxuyaniya Temo tîna bîra mirov ku dixwazin pirsan di serê Kurdan de çêkin û wan bera hev bidin daku tolê ji hev bistînin. Lê belê ti eleqeya vî mirovî bi doza Kurd û Kurdistanê re nîne û hewil dide aliyên Kurd ên xwedî îdeolojiyên cuda berav hev bide.

“ENKS: Ti eleqe û pêwendiya me û wî kesî bi hev re nîne”

PeyamaKurd xwe gihand rayedarên ewle yên ENKSê ku gotin, ti pêwendî û eleqeya Temo bi ENKSê re tune ye.

Rayedarên ENKSê gotin, “Te pêwendiya Temo bi me re nîne û çênebûye. Me jî ew vîdyo li ser medyayê dît û em pê şaş man. Eleqeya vî zilamî û me bi hevdu nîne.”

Rayedarên ENKSê diyar kirin ku bi rêya belavkirina ser medya civakî ya wê vîdyoyê hatiye xwestin ku ENKSê xerab nîşan bidin û ji bo Kurdan berdin hev û kesên wekî Temo carûbaran derdixin holê daku zemîna şerekî navxweyî çêkin.

 “Gelo derdora PKKê hay ji wan heye bê çi dikin?”

Hinek derdorên PKKê vîdyoya Ebdulezîz Temo ku ew wekî ENKSyî nîşan dan û li ser hesabên medya civakî belav kirin. Gelo ew kesên ev vîdyo parve kirin haya wan jê heye ku ew bixwe jî dibin alavê provokasyonên Tirkiyeyê?

Ji xwe yên ku ew vîdyo belav kirine jî mebesta wan ew bû ku xwestin, zemîneke ku aliyên Kurd ên xwedî îdeolojiyên cuda berdin hev.

Mixabin di nav civaka Kurdan de, xwe zanedîtineke cahiltî derketiye holê. Bikarhênerê Kurd ê medya civakî jî bêyî rastî û çavkaniyan piştrast bikin û lêkolînekê li ser bikin, enformasyona ku wekî ‘êm’ datînin ber wan dixwin. Herwiha bi vî awayî jî ber bi lîstikên jehrîkirinê yên aktorên wan nûçeyên derew belav dikin ve tên kişandin.

Wekî ku rayedarên ENKSê dibêjin, “Ti eleqeya vî mirovî bi me re nîne. Yên bixwazin dikarin bipirsin, lêkolîn bikin û her cure agahiyan berhev bikin. Lê belê divê kesên wiha wekî nifaqê neçînin nav gelê Kurd. Ev hewleke gelekî xeter e.”