image

PeyamaKurd – Komara Tirkiyê sala 1992yan Nelson Mandela hêjayî ‘Xelata Aştiyê ya Ataturk’ dîtibû, lê wekî ku hat xwestin encam neda. Mandela xelat red kir, lewra ew têkoşerê ku bûye remza welatê xwe ji ber xeta xwe şexsî û felsefeya siyasî serkêşiya Mustafa Kemal Ataturk a di qetlîamên Kurdan de li ber çavan girt û ew xelat red kir.

Piştî wê bûyerê jî ew kesên ku Mandela hêjayî wê xelatê dîtibûn û pesndariya wî kiribûn, bi carekê bûn neyarê wî û heqaretên wekî, ‘Evê reşik çi ji xelatan fêm dike’ bi ser wî de barandin.

Kiryarên Komara Ataturk yên li hemberî Kurdan û kêmîneyên din bi awayekî eşkere di dîroka wan de hatine nivîsandin. Milet û derdorên kêmîne û olî yên ku di heyama Osmaniyan de bixwe xwedî hinek îmtiyaz bûn, bi damezrandina Komara Ataturk re bi tomerî hatin tunekirin. Divê Kurd jî van xalan baş analîz bikin û rastiya sekna xwe ya ligel CHPê bi awayekî stratejîk binirxînin.

Ekolên piştî Ataturk yên wekî jokera dawî ya CHPê Ekrem Îmamoglu û tirkên din ên di wê siyasetê de dimeşin, dibe ku nirxeke bidin Ataturk ku ev jî rewşeke asayî ye. Lê belê divê gelê Kurd jî ‘bi çavê Kurdan’ li Atataturk binêrin.

Hevdem dema wekî gelê Kurd em Ataturk binirxînin; Pêwîste em sêdarkirina Şêx Seîd û hevalên wî li Diyarbekirê ji bîr nekin. Ne tenê ev mînak heye. Seyîd Riza jî li Elezîzê wekî mînakeke kêmpeyde 2 caran hatiye îdamkirin! Ji ber ku beriya wî îdam bikin, Tirkiyeya Ataturk kurê wî yê hîn zarok bû li ber çavên wî îdam kiribû…

Bi kurtî di heyama Tirkiyeya Ataturk de (Ji dîroka damezrandina komarê heta 1938an) bi kuştin, sirgun û herwekî din a sed hezaran kurdan, bûye mîmarê hatine vê qonaxê.

Ekrem Îmamoglu bi çûyîna xwe ya Diyarbekirê ya wekî nezaket û wefadariyê, dibe ku ji Enqerê re peyama, “Binêrin em çûn wê derê, lê me sembola tirkbûnê jî bi xwe re bir û bi kurdan da qebûlkirin” dişîne.

Ew tabloya ku Îmamoglu diyarî HDPê kiribû, hem di jiyana civakê de hem jî li ser medya civakî ji aliyê Kurdan ve bertek jê re hatin nîşandan.

Pirsên herî zêde tên kirin û meraqa bersiva wan tê kirin jî, “Di rewşeke hesasiyetên Kurdan hene de, çima HDPê ew tablo qebûl kir? Gelo çima HDPê jî tabloyeke sembola Kurdan diyarî wî nekir û nebû sedema empatiyê bi Kurdan re bikin?”

Herwiha li aliyê din, gelo Ahmet Turk û kesên ligel wî ji surprîzeke wiha re amade bûn, yan na? Em vê jî nizanin. Lê belê rewşa ku Kurd niha tê de ne pir hesas e û dibe ku xwe li nedîtîbûnê danîbin.

Lê hin rewşên krîtîk jî hene. Lewra HDPîyan ferq kir ku gelê Kurd bertek nîşanî wan da. Heta piştre ji Îmamoglu jî daxuyaniyek hat.

Di vê qonaxê de ya girîng bo HDPê ew e ku li beramberî vê helwesta CHPê, wê li Stenbolê bikarin çi bikin?

Gelo HDP dikare li Stenbolê, wêneyên Şêx Seîd, Seyid Riza yan jî yê Ehmedê Xanê diyarî bike?

Yan jî em pirsê berevajî bikin, ‘Îmamoglu ji hêla xwe ve li Stenbolê ji bo Kurdan dikare çi bike?’

Em dizanin ku diyariyeke bê anîn nabe bê redkirin, lê Kurdên ku Stenbol û gelek bajarên din bi CHPê dane qezenckirin, di vê rewşê de bi encama 1-0 têkçûyî xuya dikin.

Gelo Kurd bi kîjan manewrayê dikarin, di skorê de hevsengiyê bi dest bînin?

Nêzîkatiyên bi vî rengî ji bo demên pêş di helwesta gelê Kurd a hember herdu partiyan de jî girîng in.

Divê bê zanîn ku, “Yên nikaribin xwe îfade bikin û xwedî li nirx û hêjayên xwe derkevin û wan pêşan bidin, mehkûmê têkçûnê ne.” Çimkî ev qanûn û rênimaya sereke ya siyasetê ye.

Kurdan ji destpêka damezrandina Komarê ve piştgirî daye CHPê, lê her tim ji piştê ve hatine xencerkirin. Ya ku pêwîst e rûbirûbûna dîrokê bike CHP bixwe ye.

Bila Mustafa Kemal Ataturk ji wan re bimîne, bila Kurd jî êdî bala xwe bidin ser xwedîderketina nirxên xwe…