image

PeyamaKurd – Hemwelatiyên Kurdên Başûrê Kurdistanê ku ji bo geştiyariyê serdana Tirkiyê dikin, ev demek e rastî êrîşên nijadperestî yên tirk û kiryarên nebaş ên polîsan tên.

Çend roj berê çend welatiyên Kurdên Başûrê Kurdistanê li Balafirgeha Stenbolê ji aliyê polîsan ve digel lêdanê hatibûn binçavkirin û gelek carên din jî dema welatiyên Kurd tên balafirgehên Tirkiyê rastî mameleyên xirab tên û beleseb tên rawestandin.

Li Balafirgeha Stenbolê polîsê Tirk ku ji welatiyên Kurd xwestibû telefonên xwe vekin, dema wêneyên Serok Barzanî û Pêşmergeyan dibîne, mameleya terorîstan li wan kiribû û piştî derbkirinê jî ew binçav kiribûn.

Li ser wê bûyera ku PeyamaKurd nûçeya wê belav kiribû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî bertek nîşan dabû û ji Balyozê Tirkiyê yê Bexdayê Fatîh Yildiz xwestibû çi pêwîst be bikin.

Bûyerek mîna wê jî îro li bajarê Trabzon ê Tirkiyê dîsa rû da û hejmarek turîstên welatiyên Kurdistanê ku ji bo geştiyarî xwestin li Uzungol a navçeya Çaykarayê bigerin rastî êrîş û lînça xelkê wê deverê hatin.

Sedema êrîşê jî çima ku bi ala Kurdistanê wêneyê xwe bi telefonên xwe digirtin bû.

XWESTIN TURÎSTÊ KURD LÎNÇ BIKIN

Li devera Uzungol a navçeya Çaykara ya Trabzonê ji herêma Kurdistanê bi qasî 50 kes bo geştê hatin. Yek ji welatiyên Kurd xwest bi ala Kurdistanê (Ala Rengîn) wêneyê xwe bigire, lê belê xelkê derûdorê ala Kurdistanê wekî ala PKKê zen kirin û bi girseyî êrîşî grûba turîstên Kurd kirin.

Di vîdyoya êrîşa ku gihîşt asa lînçkirinê, kesê ku vîdyoyê tomar dike jî rastî heqaret û çêrên wan tê. Welatiyê ku di nav koma nijadperest de asê mabû, bi hewla cendermeyan bi zehmetî ji nav destê wan tê rizgarkirin û ji cihê bûyerê tê dûrxistin.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de, lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Parêzgariya Trabzonê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û da xuyakirin ku bûyer hatiye kontrolkirin û herwiha da zanîn ku 9 ji turîstên kurd ku rastî êrîşê hatine hatine binçavkirin û bi ser de jî derbarê 9 welatiyên kurdên herêma Kurdistanê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî çend roj berê dema li meqamê xwe pêşwazî li Balyozê Tirkiyê yê Bexdayê Fatîh Yildiz kiribû, jê daxwaz kiribû ku Tirkiye bes zehmetiyan ji rêwiyên herêma Kurdistanê re derxe û proseya dirêjkirina lêkolînên li ser welatiyên Kurd bidawî bînin.