image

PeyamaKurd – Li gorî raporeke Rêxistina Navdewletî ya Lêborînê ku navenda wê li Londonê ye, tenê di sala 2017an nîvê kesên li seranserê dinyayê hatine îdamkirin li Îranê ne û ji sedî 23yê wan jî li Rojhilatê Kurdistanê ne.

Serjimariya Rojhilatê Kurdistanê bi qasî 10 milyon e û dema bi serjimariya 80 milyon a Îranê re tê beramberkirin mezinbûna felaketê baştir derdikeve ber çavan. Herwiha ne tenê darvekirina Kurdan li aliyê din jî rojane qetilkirina Kolberên Kurd ji aliyê pasdarên rejîma Îranê ve, gulebarankirin û kuştina sivîlên bêguneh li ser sînoran û bûyerên destwardana tund a xwepêşandanan jî hene.

Ev helwesta Îranê ya dijî gelê xwe, herwiha nîşan dide ku li Rojhilatê Kurdistanê dijminatî, bêtehemulî û xemsariya herî mezin li dijî Kurdan tê kirin.

Ev karesata ku dijî Kurdên Rojhilat tê kirin, heger ne tevkujiyek be çi ye, yan jî divê çi nav li vê kîndarî û nefretê bê kirin?

Em hêj behsa tunekirin û kotekiya li ser ziman, çand, dîrok, rûmet, sirûşt û dewlemendiyên Rojhilatê Kurdistanê nakin. Pêwîst e em ji ber sizayên sêdarkirinê yên rejîma Îranê ku li ser ciwanên bêguneh û bêsûc ên Rojhilatê Kurdistanê disepîne  werin ser hemdê xwe û piştevaniya wan ciwanan bikin.

 “Tohmet û tawanbariyên bê bingeh”

Li Rojhilatê Kurdistanê nûçeyên darvekirina ciwanên Kurd yek ji nûçeyên germ e di rojevê de. Heyder Gorbanîyê ku biryara hikmê îdamê bo wî hatiye dayîn, qûrbaniyê dawî yê îdamê ye. Heyder Gorbanî sala Cotmeha 2016an ji aliyê îtlaata Îranê (îsxibarat) hatiye girtin û tam 3 mehan di hucreyeke bitenê de hatiye hiştin ku her cure tahde û binpêkirinên hiqûqî li dijî wî hatin encamdan.

3 salîn bi awayekî rêkûpêkî îşkence Gorbanî tê kirin û rûbirûyî eziyeteke mezin tê. Di danişîneke nepen a dadgehê de, parêzerê wî bêyî ku li dosyeya wî binêre û bi zorê mikurhatinek jê tê standin ku ‘alîkariya kuştinê’ kiriye û bi vî awayî jî 90 sal ceza li ser wî tê sepandin.

Ev hikmê neheqeî û bêdadî yê 90 sal ceza têr nake, bi ser de jî dadgeha rejîma Îranê bi awayekî seyr bêyî betalkirina hikmê 90 salan cezayê îdamê dide Gorbanî û ji nû ve vedîtin û lêkolîna ser dozê jî red dike.

Dibe ku ev cureyeke tolhildanê be. Li ber çavê civaka navdewletî piştî ketina rojeva medya civakî ya qetilkirina Newîd Efkarî ku bi hezaran kesan piştgiriya Efkarî kir, dibe ku Îranê bi vî awayî rêbazeke tolhilanînê bikar tîne.

Yan jî rejîma Îranê hêrsa xwe ya bo peymanên aştiyê yên Îsraîlê bi welatên ereb re bi vî awayî li ser girtiyan vedirêşe.

Rastiyeke ku li hember neheqî û bêhiqûqiya Îranê ji yekgirtina me Kurdan girîngtir tune ye. Divê em jî bi her awayî bibin xemxûrê gelê xwe û Heyder Gorbanî û bi hezar Kurdên mezlûm bi tenê nehêlin. Piştgiriya wan bikin û ji bîr nekin ku dema Zanyar, Lûqman û Diyako têne dardekirin Kurdistan bixwe jî tê dardekirin.

Pêwîst e em hemû bi deng û helwesta xwe piştgiriyê bidin kesên wek, Heyder Gorbanî û Kurdên din daku ji aliyê rejîma Îranê ve neyên îdamkirin.